şorezarî xakî řey emcare damengîrme

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  880 Dîtin
şûrezarî xakî řeyNava taybet emcare damengîrme
řû le her wadîy dekem xarî wekû zencîrme
îbtida bo řeyNava taybet ke hatim fîkirî ’eqłîm lê nekird
ḧebsî taranCihm gunahî karî bê tedbîrme
bo felek ba çend sebaḧêkîş binêrim tîrî ah
karî şêwawim xetay nałînî bê te’sîrme
wa lenaw sîney qefesma murẍî desti’amûzî yar
bem ẍeme mustewcîbim seydî ḧerem nexçîrme
munḧerîf nabim le řêy ’îşq er şewî yelda biřom
zułfî wek yeldayî diłdarim heta destigîrme
key be seyḧey min dega cezbey murîdî xaneqa
pîrî ew şêxê musînne û min cwanê pîrme
cwabî namey diłberim boye deqîqe û xûnçekan
nûkî xûn’alûdî mujgan xameyî teḧrîrme
sadîqî bo ehlî eyyame salimNasnava edebî... sûdî kird
ser neçû karim le sîdqa, nobetî tezwîrme