le nûrî lamî’î teştêkî řagirt û witî řûme

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  925 Dîtin
le nûrî lamî’î teştêkî řagirt û witî: řûme
be doşa ejdehay piřnêşî řakêşa, witî: mûme
tikam kird: qetłî min naḧeq nîye wacîb witî: feřze
witim: bo agirt berdaye ’umrî min? witî: xûme
witim: tenha minim pabendî ’îşqî to, witî: gum be!
hezarêkî wekû to kuşteyî şemşêrî ebrûme
witim: gerdenkeçî ’îşqit minim tenha? witî: şêtî?
sedî wek to le her sû besteyî zencîrî gêsûme
witim: ba bes le xwanî wesłî to newmîdî cawîd bim
witî: mirdût mirê! ’aşiq hemîşe zar û meḧrûme
witim: zexmî diłim karîgere tund bû, witî: laço
be min çî? tîrebaranî nîgahî çawî cadûme
witim: zarim le ẍem, řwanîy, witî: qanûn meşêwêne
wefa bo diłberan hey bêxeber yekbare me’dûme
witim: salimNasnava edebî dize, destî bułend kird ayney řagirt
witî: kêşkiçîy em baẍe bedaym xałî hîndûme