of xuda em cejne bo ḧałî ẍerîban mateme

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  523 Dîtin
of xuda em cejne bo ḧałî ẍerîban mateme
ba wicûdî zewqî merdum xatrî min piřẍeme
řesmî ’îdim sîbî ẍebẍeb bû le cejnî parsał
ḧesreta lem cejneda ’îdane û ’îdîm heme
cejnî emřo fesłî seḧra û zewqe yaran ey ’eceb
dił le seḧray sînema meşẍûłî şîn û mateme
ger melalî ḧesretî em cejne zahîr kem le dił
saḧetî ẍebřayî dewran bo melalî min keme
dił le gem mezbûḧwar û dîde ceşni’arayî řû
arê arê cejin û qurbanî le her sû baheme
subḧî ’îdî merdume fesłî nehar û şehd û sûr
salimNasnava edebî êste min ḧeqîqet subḧî feqir û faqeme