le ḧemley řayî hîndî ẍem şehî şadî gurêzane

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  473 Dîtin
le ḧemley řayî hîndî ẍem, şehî şadî gurêzane
seraser em řehe îqlîmî dił pamałî fîlane
be hewrî xem le ře’dî girye sa çexmaxe de ey dił
lelay deryadłan eşkim hemû baranî nîsane
derûn sewdayî dił derdê hetîw’asa ledest ḧacîb
birûn sû merdumî dîdem be ḧesret eşkiřêzane
myan zenbûrî min qet şehdî bê tełxî be kes nada
beqed safîy ’esel daym legeł em şane nêşane
řefîqit dił qubûł naka řeqîb lêm lade tû dînit
ḧebîbî min legeł to wek enîsî kirim û şîlane
dû sengîn sengî baweznin ẍem û pîrî dû ta ḧazir
xerîkî keşmekeş dił dûsere lem wezne wezzane