wekû yek dête bergiwêy pyawî eḧmeq

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  1252 Dîtin
wekû yek dête bergiwêy pyawî eḧmeq
nefîrî bulbul û awazî leq leq
le bazařî cîhan wek yek denasin
le zerdîda teła û řengî mefreq
le ḧerfî nakesan ba çend řojê
giran kem gwêm be penbe û surb û zeybeq
lebî tengî diłaramim debexşê
be ẍunçey newşkufte řeng û řewneq
leber neqşî xeyałit kulbeyî min
seraser neqşe wek qesrî xewerneqNava taybet
be gerdiş dê le coşî girye endam
beser deryayî eşka mîslî zewreq
meqamim ken be zecir er darî mensûrNava taybet
dekêşê xwênî min neqşî ena aliḧqErebî
leber tîẍî birot dił wa delerzê
le řûy seyfî ’elîNava taybet kuffarî xendeq
le serxoşî ẍema bo fewtî şadî
were salimNasnava edebî bikeyn ba came ezreq