lazmî ’erzuḧałme kaẍezî zeř tebeq tebeq

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  1158 Dîtin
lazmî ’erzuḧałme kaẍezî zeř tebeq tebeq
şerḧî mîḧen be xwênî dił sebtî dekem wereq wereq
tîrî nîgahî diłberim yek yekî nîşte naw ciger
sîne le tirsî pîlkî muttesîlen şebeq şebeq
gerçî şeker le her mezaq saḧîbî lezzete welî
şehdî ḧelawetî lebit birdûye lêy sebeq sebeq
zułfî syahî çîn be çîn ma’îlî dûşe xem be xem
ḧelqeyî ew le gerdinim pêçşî da weheq weheq
wesił û sefa û keyf û zewq hefteyê bû çi zû guzeşt
baz min û bêkesîy û ẍem kewtîne lawe deq be deq
gerçî zemanî wesłî yar şehd û şeker le bûse bû
êste be teb’î řojgar jehre fîraqe deq be deq
’îbretî nazenîn kwa şamłî ḧałî salimNasnava edebîe
nałeyî ew be sam’în girye deda fîreq fîreq