’umrî şîrînim be tełxî bû le řêgey to, telef

Li pirtûka:
Dîwanî Salim
Berhema:
Salim (1800-1866)
 1 Xulek  564 Dîtin
’umrî şîrînim be tełxî bû le řêgey to, telef
sa cefa ta key, wefa ke, bê le řêy şahî necef
gozeger ḧetta tema’î pê nîye, wa kewtuwe
řûy tełařengim bebê ḧurmet le xaka wek xezef!
barşî nîsanî lutifit çunke hate beḧrî ẍem
kewte dił ’îşqit wekû lu’lu’ lenaw qelbî sedef
qed gurêz nadem le bey’î le’lî řumanîy lebit
ta le bazařî ḧeyata neqdî canim bê be kef
zahîdî xełwet be zahîr men’î ’îşqim lê deka!
załî dewranîş, leber pîrî, buwe ’eqłî xeref!
řojî ’uqba ger bebê to cêm beheşt bê, namewê
bo ferîbim řagirin ẍîlman û ḧorî, ger be sef
şadmanîy diłbere salimNasnava edebî! sedayî şîwenim
bo zyadîy zewqî salîk hatuwe awazî def