dadenîşê diłberim, şew bê çiraẍ
Li pirtûka:
            Dîwanî Salim
        Berhema:
                Salim (1800-1866)
        
             1 Xulek
             1286 Dîtin
        
        
    dadenîşê diłberim, şew bê çiraẍ
şewq eda řûy gewherî wek şewçiraẍ
dîm lenaw gułzarî řûy xał û witim:
ey ’eceb, zaẍ aşyaney wa le baẍ!
weh çi derdêke fîraqî laleřû!
ḧasłe bo qelbî dił her konedaẍ
mewcî wa xiste diłim, tofanî ẍem
kewte ser deryayî eşkim wek qeyaẍ
řa’îḧey ’etrî cîhan derdîsere,
boyî zułifit dest bida ger bo demaẍ
qanî’im salimNasnava edebî! be seḧrayî cunûn
namewê arayşî kax û wetaẍ