wekû yek dête bergiwêy pyawî eḧmeq

From the Book:
Dîwanî Salim
By:
Salim (1800-1866)
 1 minutes  1254 views
wekû yek dête bergiwêy pyawî eḧmeq
nefîrî bulbul û awazî leq leq
le bazařî cîhan wek yek denasin
le zerdîda teła û řengî mefreq
le ḧerfî nakesan ba çend řojê
giran kem gwêm be penbe û surb û zeybeq
lebî tengî diłaramim debexşê
be ẍunçey newşkufte řeng û řewneq
leber neqşî xeyałit kulbeyî min
seraser neqşe wek qesrî xewerneqNamed-Entity
be gerdiş dê le coşî girye endam
beser deryayî eşka mîslî zewreq
meqamim ken be zecir er darî mensûrNamed-Entity
dekêşê xwênî min neqşî ena aliḧqArabic
leber tîẍî birot dił wa delerzê
le řûy seyfî ’elîNamed-Entity kuffarî xendeq
le serxoşî ẍema bo fewtî şadî
were salimPen name bikeyn ba came ezreq