emřo be dûsed ẍussewe dił xeste dûçare

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  675 Dîtin
emřo be dûsed ẍussewe dił xeste dûçare
bo hîcrî eto derdî diłim bote şerare
sał sał ẍemî hîcranî eto zyatir ebînim
emsał diłî min talîbî řûy ’uşretî pare
bêřeḧmî û bêmeylî û napirsî le ḧałim
lafawî siruşkim ke dełêy seylî behare
qurban sebebî qetlî mine suḧbetî eẍyar
binwaře derûnim ke wekû kûreyî nare
bo ’aciz ebim hemdemî eẍyar û řeqîbî
gułřengîy û guł dyare ke hemsuḧbetî xare
çon sîneyî min merkezî dînar û direm bê
le’lî lebî tom bê ke behay çîn û tetare?
ger ’aciz û ger zwîr û eger xuřřem û şadî
bimbexşe leřêy neş’ey ew çawexumare
dił bû be esîrî şehî îqlîmî nezaket
yařebbî be tay perçemî bîdey le qenare
ger zêwerNasnava edebî ełên bo çî nekewte serî kêwan?
dêwane gelê talîbî nêw kûçey şare