sebeb mehcûrîy dîdarî yare

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  719 Dîtin
sebeb mehcûrîy dîdarî yare
diłim piř xwên û çawim eşkibare
temaşay ’alemim ḧesre leser řûy
be diłda bê xeyałê řûy nîgare
le ḧesret řûy nîgarînî hemîşe
derûnim piř le řenc û piř le nare
nesîmî gułşenim badî semûme
biłê: guł, bê gułî řût ’eynî xare
mezaqim derdî hîcranî etoy dî
îtir şekker lekin min zehrî mare
meken lomem eger seḧranewerdim
mekanî ahuwan û cê şikare
beharî ’uşretim zistane bê to
bebê min to xezanit wek behare
newek her min giriftarî nîgarim
hezarêkî wekû min întîzare
’ezîzan! ba’îsî hîcrane zêwerNasnava edebî
bedaym sîneçak û bêqerare