hemû dem êste muştaqim ke nayê diłberim yadê

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  530 Dîtin
hemû dem êste muştaqim ke nayê diłberim yadê
ema ew řenge sed sałîş le ḧałî min neka yadê
heta şîrînî dewran û muqîmî řutbeyî nazî
be nałe û şořş û ẍewẍa hemû kes bote ferhadê
teḧeyîwir mawim -ey yaran! - le fennî naz û xudbazî
çilon fêr bû ke mindałîşe, bê te’lîmî ustadê
gelêkim wit bedił: danîşe dinya piř le aşûbe
hetakû ’aqîbet girtî kemendî zulfî seyyadê
diłim wek bulbulî gułzarî kîşmîr û semerqende
le sed awaz exwênê bo gułê ger lêy bida badê
bewêney kohken zay’ bo nałe û şîwen û şînim
ke řeḧmêkî nekird ew kafre carê be ferhadê
mełên zêwerNasnava edebî bexořayî enałênê û eka şîwen
giriftare, birîndare, be tîẍî çawî celladê