girtûme le ’alem senemê lale’uzarê

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  676 Dîtin
girtûme le ’alem senemê, lale’uzarê
şîrîn xetuxałê çi ’eceb dîdexumarê!
sed diłberî çînî befîday nîmenîgahî
sed ḧûr û perî bê befîday ’îşweyî carê
barî ẍemî dił sehle be tay perçemî laçê
bîka be kemendî diłî mîḧnetzede barê
kakołî sya lazme bo gerdinî zîwîn
gencê ke bibê lazme bo ḧarsî, marê
mumkîn nîye bê řencî ’edû gencî wîsalit
wesłî guł eger bê nîye, bê afetî xarê
řîşey diłî hełkenduwe řîşûy řeşî mişkî
ger hoşî be řîşwet nedemê zeḧmete çarê
kamî dił eger bêt û řewa bê le lebî ew
ta řojî qyamet le lebim şekker ebarê
ser kohî xefet kewtuwe zêwerNasnava edebî be temaşa
lew kohî ẍem û mîḧnete ew nayete xwarê