nîgara to le her cêge dyarî

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  767 Dîtin
nîgara! to le her cêge dyarî
le řûta guł ekêşî şermesarî
be çaw nêrgis, be dem ẍunçe, be řû guł
hemîşe saḧîbî ḧusnî beharî
le pendî ehlî danîş gwêm girane
ke men’im ka le zarîy ya le zarî
le wesfî nazkîta deste’ejnon
hezarêkî wekû nalîy û narî
nehatîme ke we’dit da nehatî
sipî bû, kwêr bû çawî întîzarî
qesem bew xakî ber pêy toye qurban
beşim her zîllete û her xaksarî
eger to bêyte lam ser wa le řêta
eger min bêm ekem hoşim be dyarî
ezanî, boç ’ezîzî to lelay min
ke perwerdey heway naw şax û darî
ke netbê ’eşqî bad û ab û xakit
lelam her narî gerdaney henarî