yarêkî diłazarderî şoxêkî be kînî

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  756 Dîtin
yarêkî diłazarderî şoxêkî be kînî
afatî diłî ’alem û aşûbî zemînî
min tabî hucûmî sefî mujganî etom kwa?
daym be kemanî xemî ebro le kemînî
to her newekû duzdî meta’î xîredî û hoş
serqafłeyî cerdeyî barxaneyî dînî
wênet ekem û naykem û deyłêm û denałim
to ya perîy bê peřî ya ahûyî çînî
meqsûdî û merẍûbî û meḧbûbî qulûbî
şîrînî û řengînî û xende nimekînî
hênd xendeyî abdar û letîfe beterawet
xewfim heye bitwêtewe lêwî şekerînî
şamî ẍemî hîcir û elemim dête nîhayet
ger derbikewê řûy şefeq û subḧî cebînî
ger řafzîNava taybet û şîmeNava taybet û ger gebirNava taybet û yehûdeNava taybet
herçî heye wełłahî minim tabî’î dînî
muddêke ke dûr bûm û cefadîde û řencûr
netpirsî: ke kwa zêwerNasnava edebî û eş’arî metînî?