be qamet serwî bostanî be tel’et mahî tabanî

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  751 Dîtin
be qamet serwî bostanî be tel’et mahî tabanî
le beynî mahřûyana wekû bedrî numayanî
le pêşa medrese û deyr û xerabatim lela yek bû
dû mîḧrabî birot kêşamîye dînî musułmanî
le ḧuzna pîrî ken’anim, ’eceb sebrî cemîlim bû
bedił muştaqî boy wesiłim ela ey yosfî sanî!
be def’î sîḧrî çawanit yedî beyzam heye emma
le eşkî xomeda ẍerqim be seyrî řûyî tabanî
beşer meylî be şeř zore cefat ger kem ebû emut:
le beynî ’alemî řoḧanyan me’mûrî řeḧmanî
bełê řojî be’îdî to be ’îdî ẍeyr eşubhênim
ḧenayî pencey û bergim le sayey eşkî řummanî
çi ḧacet tîrî mujganî le min da serf eka naḧeq
ke min bo xom giriftarim be tay zulfî perêşanî
kelamî şekkerîn zêwerNasnava edebî wekû î’cazê enwênê
qemer dû kerit eka her ga ke meylî bê be asanî