çawit şehenşehêke ebrot wekû wezîrî

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  792 Dîtin
çawit şehenşehêke, ebrot wekû wezîrî
bo qetłî ’aşiqanit muxtarîy û emîrî
be tîẍî naz û ḧusnî canim şikafteyî bû
cergim buwe nîşaney hucûmî destetîrî
destewnezer ewestin tabûrî ’aşiqanit
muştaqî ḧukim û emirin le nutqî wek muşîrî
em derdî ’eşqe her ga řêgey be cêgeyê bird
mirdin nebê ke lay ba! nařwa be derdî pîrî
hergîz le derdî ’eşqî zêwerNasnava edebî! nekey şikayet
êsta teqeřřubit bû be wasîtey esîrî