le hîcra řû le saqî û şîşeyî sehba nekem çibkem

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  999 Dîtin
le hîcra řû le saqî û şîşeyî sehba nekem çibkem
wicûdim ger be ferşî meykede û mîna nekem çibkem?
lenaw tofanî efkara nehengî la alhErebî hestê
teşebbus ger be keştîy nûḧî ئیلااللهErebî nekem çibkem?
meta’î ḧusnî ew meḧbûbe neqdî daẍ û sewdaye
le bazařî muḧebbetda be řoḧ sewda nekem çibkem
ewa meḧrûmî xoy kirdim, diłî birdim, derî kirdim
be sozî dił hemû dem řû le qapîy xwa nekem çibkem
le her la zebtî nakem mudde’î ta to ře’îsim bî
be qanûnî muruwet ger řeca îcra nekem çibkem
be řutbey wesłî ew nagem eger ’umirim hemû danêm
le dest ew załme lem kare îstîẍna nekem çibkem
ełên: ewraqî zułmî to tewaw nabê be teḧrîrat
wekû zêwerNasnava edebî be teqrîr ger eday me’na nekem çibkem