le hîcra řû le saqî û şîşeyî sehba nekem çibkem

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  842 views
le hîcra řû le saqî û şîşeyî sehba nekem çibkem
wicûdim ger be ferşî meykede û mîna nekem çibkem?
lenaw tofanî efkara nehengî la alhArabic hestê
teşebbus ger be keştîy nûḧî ئیلااللهArabic nekem çibkem?
meta’î ḧusnî ew meḧbûbe neqdî daẍ û sewdaye
le bazařî muḧebbetda be řoḧ sewda nekem çibkem
ewa meḧrûmî xoy kirdim, diłî birdim, derî kirdim
be sozî dił hemû dem řû le qapîy xwa nekem çibkem
le her la zebtî nakem mudde’î ta to ře’îsim bî
be qanûnî muruwet ger řeca îcra nekem çibkem
be řutbey wesłî ew nagem eger ’umirim hemû danêm
le dest ew załme lem kare îstîẍna nekem çibkem
ełên: ewraqî zułmî to tewaw nabê be teḧrîrat
wekû zêwerPen name be teqrîr ger eday me’na nekem çibkem