bem fîrqetî to her wekû dêwane denałim
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
1 Xulek
1210 Dîtin
bem fîrqetî to her wekû dêwane denałim
berqî ẍemî to agirî berdawete małim
perwanem û perway serî xom nîye bê to
dêwanem û seḧra buwete xane û małim
pencem wekû tîşe le fîraqit le ferqida
ferhadim û kwa ermenîy dîdeẍezałim?
xałî syehit kewte eser le’lî bedexşan
bo neykeme qurbanî lebit fîkir û xeyałim
bo perçemî piř çînî eto řoḧe fîday bê
bo qîmetî maçêke debexşim ser û małim
her çende ke tuřřey wekû řêḧaneyî baẍe
pabendî ewê nîm û esîrî xetuxałim
hîcrane le yaran û řefîqan û ’ezîzan
me’lûme ke wek qumrîy bêçare denałim
dwênê ke le canîb minewe tûşî xefet bûy
yařebbî desî min bixeye koteyî załim
meşẍûłî xeyałî lebî le’lî nimekîne
sa’at û deqîqe, şew û řoj û meh û sałim
řeḧimit le diła bêt û nîgahê bese bo min
gahê beẍełet to xeberê bigre le ḧałim
zêwer betemay mîhir û wefay toye eger çî
neydîwe becuz yarî cefapîşe û załim