şêtî řûte boye wa ser řûte da’îm aftab

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  1321 Dîtin
şêtî řûte, boye wa ser řûte da’îm aftab
şermesarî bûte wa meḧcûb û penhane gułab
mahî nexşeb sîḧirbazê bû ke şewqêkî hebû
to bebê sîḧir û deẍeł şew ta seḧer wek mahtab
min le kûrey fîrqeta nakem xeyałî ẍeyrî to
arezûy baẍî beheşte da’îmen ehlî ’ezab
saqî badey erẍewanî bêne, wa xemłîwe guł
şîşeyî tobem şikand ta des kewê şîşey şerab
guł leser textî çemen şahêke, bulbul mutrîbe
baẍeban aman dexîlim, dêm û to nemkey cewab
zahîren zahîd xerîkî desbiřînî ’aleme
boye wek diz xoy xizande goşeyî kuncî xerab
namewê abî ḧeyat û text û cahî xusrewî
ger muyesser bê wîsalî diłberî şîrînxîtab
bimdere ber tîrî te’ne toş wekû ’alem, řezam
ger nebê mîhret be qehirit şadmanim bê ḧîsab
to le zêwer qet meřencê xakî dergat ka beser
çunke şêt hergîz nebote mewrîdî te’ne û ’îtab