demaẍ emşew mu’etter bû seba boy diłberî hêna

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  979 Dîtin
demaẍ emşew mu’etter bû, seba boy diłberî hêna
ḧeyatim taze bû saqî şerabî eḧmerî hêna
fîday çawî řeşî bê dił eger neyba be penhanî
be qurbanî dû egrîcem, seba lew ’enberî hêna
’ereq kewtote ser řûmet wekû şewnim leser řûy guł
xeyałî qeddî toy kird, dił mwafîq ’er’erî hêna
umêdî abî wesiłim bû, heway kîbirit zyatir bû
beser xaney diłî sûtaw zemane seřseřî hêna
be ẍeyrî min ke meḧrûmim le maçî lêwî şîrînî
le dinya ger hebû merdê le çahî ẍem derî hêna
umêdî qetłî kêy bû wa minî kêşaye xizmet xoy
be ḧîle û mekir û ’eyyarî nesîm eskenderî hêna
be payey şî’rî řengawřeng xeyałî tazegî dênê
le dinya kê be ustadî xeyałî zêwerNasnava edebîy hêna