meḧbûsî cefat kirdim û netxiste řî’ayet

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  741 Dîtin
meḧbûsî cefat kirdim û netxiste řî’ayet
bê cunḧe û bê wasîteyî curim û cînayet
şahêkî kełemahîy û mahêkî supehdar
lay kê binwênim wereqî zułim û şîkayet
gahê be xedengî mûje, gahê be nîgahê
sendûte le min hoş û xîred, fehim û dîrayet
bem ḧusne leser ’arîzî to ’arîze êsta
bêbakîy û cewrit geyîye řutbey ẍayet
em bendeye bew xendeye dił zînduwe sa dey
tecdîdî bike ’umirim, ewa hate nîhayet
azarî diłî xot mede ey wa’îzî meclîs
ferqî nîye lay ême çi we’iz û çi ḧîkayet
bê perde legeł zêwerNasnava edebî eto hatîye meydan
netxiste mu’emma û derit kird le kînayet