biřwane sûtnim were biřwa ke min nemam

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2412 Dîtin
biřwane sûtnim, were biřwa ke min nemam
perwanem îtirim nîye perwa ke min nemam
ew newnemame key berî mîhir û wefa deda
bo min, le destî cewr û cefa da ke min nemam!
bazařî derd û xemkedey endoh û kuncî ẍem
bê řewneq û nîşat û sefa ma ke min nemam
manim ewende piř feterate, ke qewm û xwêş
umêdî her be ’efwe, xudaya, ke min nemam
çiqłî mezarî min çeqîye damenî, çi sûd
şûmî be řokî bextimî berda ke min nemam
ew şoxe her ke ne’şî minî dî, qyamî kird
çî bim min? em qyamete hesta ke min nemam
meḧwîNasnava edebî ke ẍemîye mirdim û ẍem perwerî nye
ẍem mayewe be bê kes û me’wa ke min nemam