binazim min be kufrî zułfî to ey afetî îslam

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1844 Dîtin
binazim min be kufrî zułfî to ey afetî îslam
ke estobendî cîzyey xiste mil îmanî xas û ’am
be defî sîxnî kirdin le zahîd řaẍîbî mey bû
keçî saqî witî: nadem be kemfam ez meyî gułfam
le řojêkî felek saqî buwe, tê fikire lem bezme
qedeḧ aşame her nadan û her danaye xûn aşam
fisaney min buwe zîney mecalîs, aferîn ey ’îşq
çeha bê nam û xamî wek minit kirdote saḧêb nam
be ḧîret lew gułendamem ke wa badamîye çawî
diłî nazk wekû guł, hem řeqe wek twêkłî badam
binagoşî le çînî zułfya derkewtibû, det wit
eme bazî sipî subḧe, çuwe bin bałî zaẍî şam
be meḧwîNasnava edebî kê xeber da bo sefer çû ew dilarame!
hicûmî ẍem be carê hat û yekser barî kird aram