dyarim deyrî ’îşqe cê be sûtin bê le wê degirim

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  8936 Dîtin
dyarim deyrî ’îşqe, cê be sûtin bê le wê degirim
ke min miştê çił û çêwim, be çî bim, kełkî kê degirim!
negeyye damenî destî du’a, ca debme xakî řêy
terîqey goşegîrî berdedem, emcare řê degirim
ke dadî ye’sî xomim birde la, em ’arfe tund bû
witî axir sibeynê cejne, xwênî to le pê degirim
le řûsûrî ’îbadet lam û řûzerdî xecałet mam
be nawî sêwî nawim baẍewan û min behê degirim
leserxo çûne, şeyda bûne, quř pêwane, sûtane
heta mirdin, meḧebbet êşî zore, řîzî lê degirim
çi şoxe agirim tê berdedat û pêm dełê: ya şêx!
be xaşakî dewt şu’le, ’esame destî pê degirim
ke sîney řêşmî bew têẍî naze encin encin kird
witî: pejmurdeye em lalezare, awî tê degirim
le padaştî qisey serda heme ah û henasey germ
kesê şêtane berdim tê girê, min berqî tê degirim
şukir huşyare meḧwîNasnava edebî, tê dega dinya xerabate
ke bedmestî bika ehlî, xirapey bo çî lê degirim!