nałem le sîne hem le diłim derd û ẍem ḧeram

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2858 Dîtin
nałem le sîne, hem le diłim derd û ẍem ḧeram
bê, bê to bezmî ’işret û ’eyş er nekem ḧeram
î’lane: ’aşiqanî be koya neken guzer
fetuyî çi mezhebêke: tewafî ḧerem ḧeram!
cobare, lalezare, were ser çemim, witî:
aşûbe em behare, buwe seyrî çem ḧeram
xwênawî cerg û nałey dił ger ’eta kira
noşînî mey, sema’î neye û zîr û bem ḧeram
ew tekye sebbî ’îşqî tya bê, tya mebe
bo sunnîye tewettunî mułkî ’ecem ḧeram
ger agirî meḧebbetî şik bem le dozexa,
ew dozexe beheştime, cennet dekem ḧeram
bo seydî meḧwîNasnava edebî, ew muje îmaye ka, bese
seḧrayî ulfete ke le nêçîrî řem ḧeram