ke şêx û wa’îz û sofî be cennet ben ged û gîpał

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 2 Xulek  5273 Dîtin
ke şêx û wa’îz û sofî be cennet ben ged û gîpał
debê emsalî ême bo cehennim ben siř û sîpał
be dersî min neşa walşimsErebîy parî tel’etit, emsał
îcazem de mutałakirdinî wallîlErebîy xetit û xał
le çawim xwênî carî kird û hem řengî le řû birdim
em aşûbî dił û dîne be lêwî ał û çawî kał
ke seyrî ayney kird û le paşan em kelamey dî
witî: min hem be bê tîmsal û em şî’rane bê emsal
zubanî wa’îzî bêdił dirêje derḧeq ehlî dił
be cêşe, ẍeyrî ew mil pane kê bê hełgirê obał!
ke řêy ew şahe kewte em meqame, cê be cê hesta
witî: em zate saḧêb ḧałe, ḧeyfe kewtuwe bê ḧał
çi xoşe bem hemû ’îsyanewe ya řebbî bimbexşî
bibexşe, bigre dozex xołemêşî kem bo yek misqał
be bê yarê meçore me’rekey esfendyarî nefis
ke lem meydane da her pîre załe řostemî bê zał
be ẍemzey nazewe ew serwî naze key çuwe gułşen
ke nêrgis wa buwe çawî sipî, serwî buwe topał
ke bimrê ’aşiqî zarî mela’îk bên û bîbînin
dełên em baqe çîlke nagrê ya řeb berê gopał
sema’î sazî ’îşq û řêge bo pařanewet meḧwîNasnava edebî
le ber qapî tełeb bê, gwê debê keř bê, zubanit lał