ew serwî naze tewsenî hênaye taz û tek

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1159 Dîtin
ew serwî naze tewsenî hênaye taz û tek
hesta qyamet û felek estûnîye gerek
ey dił binałe, saz bide çengî bezmî ’îşq
mey xwênî cerge, nałeyî meḧzûnîye gerek
emřo le kin zemane huner bote qeşmerî
şêrî jyanî bo çye, meymûnîye gerek!
fîtret biłind û paye biłindim nedî, be gwêş
gerdûn ewende dûne ke her dûnîye gerek
tînû be xwênî ’aşiqe, ey dił! bibe be xwên
ew lêwe, mijde bê, diłî piřxûnîye gerek
qum her debê le xwênî bigerda be ahewe
ew mestî ẍefłete lebî meygûnîye gerek
dilber ’eceb nîye diłî meḧwîNasnava edebî be dił ke bird
eskenderî zemane filatûnîye gerek