aştî to torî min bo bê sebatî her dû yek

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1234 Dîtin
aştî to, torî min, bo bê sebatî her dû yek
geyîwete ḧeddî yeqîn, em du yeqînen her dû şek
axir em dinyaye emrî dête ser: axir bibe
ye’nî bes ey faḧîşe ’alem be qiř de yek be yek
nawî ew lêwe berin, dem hełdepçiřn bo du’a
wa le ber çawî birînî dił heye ḧeqqî nimek
ew seganen sipłe, sebib û řefzî zatî wa deken
hîmmetî ew be’dî řîḧlet nebuwe û em dîne ḧek
wer’î farûqî temaşa ken, witî: naka qibûł
ẍîretim jakawî ew gułbaẍe bo baẍî fedek
ser ewan û ser hemû yaranî pêẍember, xuda
dařjê řeḧmet hemû dem piř zemîn û piř felek!
bełke serřêjêkî bê bo ême: çaweřwanekan
komełî cînin û cema’ey îns û efwacî melek
her debê serřêjê bê, wadey ẍîza, xwacey kerîm
kirdî yadî bendeganî xo be be yek dû luqmeyek
wadeyêkit da be meḧwîNasnava edebî: dême seyrî kuştinit
wextî hat ew xêre, sa mebye le bedgo ḧerfî pek