zemaney piř te’eb detkate tîrok

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1906 Dîtin
zemaney piř te’eb detkate tîrok
letê nanit dedatê dû beşî nok
pyałey dîde lebřêze, diła toş
bicoşe, sazî nałe hem bibê kok
be nûkî tîrî şoxêkî kewa çox
le berma ten buwe camey birincok
be kułmî ałya ała xetî sebiz
tirincî kewte ber pençey tirincok
ger em řîş û serey zahîd legeł bê
debê cennet be deştî şing û pîşok
řeqîbe le’netî, ’aşiq dekey řecim
lebatî seg dekey şêrê semendok
be xořayî le meḧwîNasnava edebî bes biřence
necîbî, megre wek hokił, begim, hok