gîvara

Li pirtûka:
Awat û Řenc
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 3 Xulek  1103 Dîtin
le deştêka demew beyan
be sirwey şemałî nyan
katê guł kewte şineşin
bizût des û pencey mirdin
biradoy perwerdey tawan
leser pîlke pencey cûłan
xwênî diłî gîvaraNava taybety řişt
gewretrîn dilêrî kuşt
řoj gîvaray girte baweş
be popeşmînî xwênî geş
be tîşkî germ û piř coşî
termî pîrozî dapoşî
***
jyan be hajey řûbaran
be xirmey řehêłey baran
be wijey bałî pelewer
giryey minałî derbeder
be nêłenêłî agirî
şořşî wiłatperwerî
be dwa witarî gîvaraNava taybet
le çya û keş û nizara
xoştirîn awazî dana
le xebat û kołnedana
dengî çekuş leser dezga
nirkey dilêr leřûy merga
wirşey dasî biray werzêr
girmey dengî řołey dilêr
ełên gyanî gîvaraNava taybetye
le keja le nizaraye
ercentînNava taybet ełê gîvaraNava taybetm
řimanî qełay tirs û sam
hełmet berin pelamare
le ser řê û şwênî gîvaraNava taybet
le bolîvîyaNava taybet pêşmerge
ełê herkesê becerge
xêra dest bidate tifeng
berew kořî kuştar û ceng
bo amanc û tołesendin
le hêzî zurdar û dujmin
ba betaw asmanî jyan
xwênî geş û pakî lawan
bo ser wiłat bibarênê
ta gel tołey xoy esênê
kořî kuştar gerimtir bê
wiłat ba hemûy agir bê
esrîn ke dît cogey xwênaw
neyeyte ber perjînî çaw
bo pêşewe serkewtine
azadî û tołesendine
bo wiłat û gîvaraNava taybetye
gel le kořî kuştaraye
***
ey têkoşerî serzemîn
ey řołey xoşewîstî û qîn
şanazîy wiłatî şekkir
pêşkeşt bê çepkê şî’ir
şî’rî wiłatêkî wêran
minałî birsî û sergerdan
wiłatî agir û asin
kurdistanî pîrozî min
***
gîvaraNava taybet çon werzî behar
ebê xak piř bê le gułzar
ya payîz û çiley zistan
her ebê dakate baran
toş şořş le hemû şwên
řołey agir bûy, řołey xwên
her ke ewtira gîvaraNava taybet
emdît le kořî kuştara
bangit ekird: ademîzad
ebê bijî şad û azad
dûr le siza û azardan
le çewsanewe û le tawan
gîvaraNava taybet şî’rî giřawî
wişey pîrozî xwênawî
leser wêneket enûsim
le çwarçêwey yadî egirim
legeł wênekey kawanî
ke bo kurd bû be qurbanî
legeł hezar û yek wêne
ke hemûy xiłtanî xwêne
hî ewaney bo kurdistan
azayane bûn be qurban
eyanxeme naw şûşey dił
boyan ełêm şî’rî bekuł
gîvaraNava taybet heta hetaye
#
yadit řûnakî dinyaye