yadêk

Li pirtûka:
Awat û Řenc
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  811 Dîtin
yadê weku şûşey şikaw
le diłma ecûłê nerim
birîskey xwênêkî řijaw
eda begyan kispey germ
***
beyanî bû minałî wird
leser textî singêkî řût
lêyan enîşt řengî gogird
katê pencey tawan bizût
***
girmey bomba jînî şêwan
semtûrî pêkenîn şika
legeł dengî şîn û giryan
xwênî aramî dił tika
***
dîmenî xwênawî besam
diłî minałanî dax kird
be destî dujminî hîwam
gelê minałî sawa mird
***
řîz bin: singî êwe û tifeng
milkeç bin bo hêzî kuştin
kurdîne be řîz bebê deng
werin bo berdemî mirdin
***
yadê wekû şîrî agir
eda le dirextî hestim
yadêkî ẍemgîn û nemir
çing enête diłî pestim