gułebax

Li pirtûka:
Awat û Řenc
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  937 Dîtin
lomey zor diłdarim ekird
boçî xoyan bem derde bird
takû diłdarîy nwanî pêm
ey kîjołe pêy lê enêm
her be yek serinc yek awiř
bertida le derûnim giř
ey firîştey tase û mebest
herdû meçekî minit best
ta dwênê bû qutabî bûm
êste mamostay ’eşqî řûm
şî’irit bo řêk exem sîxnax
le wesfî cwanît gułebax