laylaye

Li pirtûka:
Awat û Řenc
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  965 Dîtin
le keprêka daykê le diłî nermî
sozî eřişt bo korpekey begermî
des û pencey saway nask û xirpin
wird eymałî beser singa û řû, gerdin
korpey nazdar le baweşî diłsoza
legeł neẍmey laylayey zor besoza
wirde wirde cwan ekewte xinexin
geş geş ewbû ẍebẍebe û kułmî goştin
kam honrawe zor hunerçin û zor xoşe
besoz nebû wek ew xende becoşe
bełam lepiř wirûjmî gulley şestîr
tik tik xwênî têkeł kird be qetrey şîr
encinî kird goy memk demî wek guł
bêdengî kird laylayey xoş û bekuł
ew kesaney çeşey xwênî minałn
boxwîn řiştin, wêran kirdin, ’ewałn
xwênî geşyan lenaw ew baxeda řişt
zerdexene û laylayey şîrînyan kuşt
lêreda bû gułî xende hełwerî
kîjî ladê êsteş zor bekuł egrî