ew deme řoḧim le ser leb bû le ber derdî fîraq

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2658 Dîtin
ew deme řoḧim le ser leb bû le ber derdî fîraq
hat û zû kirdim be pê şabaşî, ni’im al’îtfaqErebî
bême kwê? diłber witî, ger çawe, tofanêkî eşk
dił, tenûrî agirî ’îşq û xiroşî îştyaq
ew dû ebroye ke peyweste be cûte, wek huma
sayebanî çawî bîmarin, le ’alem bûne taq
meḧşerê hesta ke hesta řoyî, řoyî dû be dûy
aluda’Erebîêkî ewa nałey hezaran alfiraqErebî
her şwanê key debête hemqerînî şahî min?
swarî ker nabê bibête hemtekî swarî buraq
’eyşî naxoşe, serî medhoşe daym zeřperist
xasse her sefraye bote murîsî tałî mezaq
ta le małî dernekirdûy em şewî sed şûkere
meḧwîNasnava edebî azane bide to sê be sê dinya tełaq