lalẍawey wa’îz emřo mewc eda dem piř le kef

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2930 Dîtin
lalẍawey wa’îz emřo mewc eda, dem piř le kef
řîşî qîrusya, kitêbî we’zekey bû berteref
zahîd û sofî be şeř hatin le ser tezwîr û şeyd
xêrî řendane xuda ka berteref bê her teref
werne seyrî serxoşan! ew şoxî mîna gerdine
bû be saqî, dem be şekker xende dê, mêna be kef
demdemey em ḧeşre hestan em deme, ya řeb, çi bû
lêwî neyjen geyye ney, defzen ke pencey geyye def!
key be le’il û gewher ew lêw û didanî da nîşan?!
ew řehnidey şaxe, em xoşarewey jûrî sedef
cê nîşaney zame lew řuxsare, ya asarî xet
ya le řûy awêne lekke, ya le bedra bû kelef!
men’î nakem boye kird û koşşî damenye, dił,
pêwe nîşê, ḧewl eda ełbette her kes bo şeref
dił çuwe wadî meḧebbet, herçî dî her kuşte, ya
nîwekujrawe, le ser lêw ah û nałey wa esifErebî
lałe xo meḧwîNasnava edebî le wesfî ḧusnî bê çûnî nîgar
la le te’wîlî xelef, qurbanî te’wîlî selef