ew deme řoḧim le ser leb bû le ber derdî fîraq

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  2657 views
ew deme řoḧim le ser leb bû le ber derdî fîraq
hat û zû kirdim be pê şabaşî, ni’im al’îtfaqArabic
bême kwê? diłber witî, ger çawe, tofanêkî eşk
dił, tenûrî agirî ’îşq û xiroşî îştyaq
ew dû ebroye ke peyweste be cûte, wek huma
sayebanî çawî bîmarin, le ’alem bûne taq
meḧşerê hesta ke hesta řoyî, řoyî dû be dûy
aluda’Arabicêkî ewa nałey hezaran alfiraqArabic
her şwanê key debête hemqerînî şahî min?
swarî ker nabê bibête hemtekî swarî buraq
’eyşî naxoşe, serî medhoşe daym zeřperist
xasse her sefraye bote murîsî tałî mezaq
ta le małî dernekirdûy em şewî sed şûkere
meḧwîPen name azane bide to sê be sê dinya tełaq