ewî emřo be dewrî textyaye helheley mexlûq

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  11772 views
ewî emřo be dewrî textyaye helheley mexlûq
le dewrî ne’şya sibḧey debînê welweley mexlûq
be pel pel kirdinî sibḧey eger bibuwaye baweřyan
debû qet bem ḧede nebuwaye bo dinya peley mexlûq
dexate fikirî ehlî me’rîfet şêweyî cecał aliḧqArabic
debînî be’ze eşxasê be dûya xergeley mexlûq
weha piř fîtne bû ’alem ke îblîsêkî wek îblîs
nemawe me’menî ẍeyrî kiłîşe û kełkełey mexlûq
le perdey cîlweyekta řûnmaye şorî sed meḧşer
nîqabê la de lew çîhre, bibîne zelzeley mexlûq
be awî tê geyştîn ême dinya, her serabê bû
hemû deşçin be xinkan û le wişkîşe meley mexlûq
le sûqî dehirda dûkanî her kes muddetî ’umre
guher dane be pişkił dane meḧwîPen name, mamełey mexlûq