şetê awî ke zahîd bo wizûyek kirduwe zay’

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1835 Dîtin
şetê awî ke zahîd bo wizûyek kirduwe zay’
feqîre, her be bayek ew hemû řencey çuwe zay’
mîsalî waye beḧrê gewherî dabê be xermuhrêk
le bo dinya ewî ’umrî ezîzî kirduwe zay’
heta to çûye gułşen, guł be bênî mîskî zułifit kewt
ke wa ew řenge xoşey sîs û hem bênî buwe zay’
nekewte dam û, řamî kes nebû weḧşî nîgarî min
cîhanê se’î û koşiş çû le řêy em ahuwe zay’
xetî da řûmetî to, mû le çawî ’aşiqanit hat
nemawe, çawekem, çawê nebûbê bem muwe zay’
muؤzinErebî bezmî şew wek murẍî bêwade deşêwênê
hemû wextî le ême kirduwe bem qû quwe zay’
le bo erbabî dinya qet mede best û beyanî ’îşq
ke meḧwîNasnava edebî şerḧî nuktey canfiza bo mirduwe zay’