şetê awî ke zahîd bo wizûyek kirduwe zay’

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  1832 views
şetê awî ke zahîd bo wizûyek kirduwe zay’
feqîre, her be bayek ew hemû řencey çuwe zay’
mîsalî waye beḧrê gewherî dabê be xermuhrêk
le bo dinya ewî ’umrî ezîzî kirduwe zay’
heta to çûye gułşen, guł be bênî mîskî zułifit kewt
ke wa ew řenge xoşey sîs û hem bênî buwe zay’
nekewte dam û, řamî kes nebû weḧşî nîgarî min
cîhanê se’î û koşiş çû le řêy em ahuwe zay’
xetî da řûmetî to, mû le çawî ’aşiqanit hat
nemawe, çawekem, çawê nebûbê bem muwe zay’
muؤzinArabic bezmî şew wek murẍî bêwade deşêwênê
hemû wextî le ême kirduwe bem qû quwe zay’
le bo erbabî dinya qet mede best û beyanî ’îşq
ke meḧwîPen name şerḧî nuktey canfiza bo mirduwe zay’