kelamêke le ḧîkmet keyl û camî’

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1978 Dîtin
kelamêke le ḧîkmet keyl û camî’:
’etaker her yeke, her ewşe manî’
emet zanî, le kes bakit nema to
zererder her ewe, her ewşe dafî’
geda şeh, çunke la yifnîErebîye kenzî
şehenşahî hemû dinyaye qanî’
şukir řûzerdî ’îşqim, nûsrawe
le ser řûm ayetî sifra’u faqi’Erebî
le qapî ’îşqeda wek şahe bende
le ser xwane çi metbû’ û çi tabî’
usûlî dînî ’îşqe sûtin û bes
peřî perwaneme cim’u alciwam’Erebî
luẍatî ême nałe û ahe, qet’en
luẍey wa nagrê «burhanî qatî’»
ke to derkewtî nałe û girye coşa
nye em cîlwe ẍeyrî berqî lamî’
zelîlî ḧesretim, meḧzûnî xecłet
ke bo ’umrî ’ezîzim da be zay’!
beyanî waqî’im kem, kêye bibyê
ke samî’ zû deka seddî mesamî’
dezanim çî m û meḧwîNasnava edebî çim le pêşe
meger ew hezretem bo bê be samî’
ke îşî ummetî bê ḧeşir û neşrî
le ḧeşra her bewe, bew řef û řacî’
le ser ew bê, le ser al û seḧabey
selawatî peyapeyî, bê mewanî’