bes bike ey eşkî xwênînim be ẍemmazî telaş

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2811 Dîtin
bes bike, ey eşkî xwênînim, be ẍemmazî telaş
řazî ’îşq û derdî dił xo herçî bû kirdûte faş
řûmetî azarî geyyê min ke řwanîmê, witî:
min qisem ger diłxeraşe, to nîgahit can xeraş
şertî kird îtir le kuştin bes bika, ya řeb bikeyî
ew wefa bem şerte ka, emma le qetłî min be paş
dił bijêwî her be derd û daẍe, tezîydî dewê
qet meke men’î, du’ago se’ye bo zimErebîy me’aş
sîne sed let bû, serim sed daẍî sewda pêwe, çûm
’erzî ḧałim kem, be îstîhzawe deyut: çak û baş
sengisare zahîrî ’aşiq, derûnî lalezar
sûretî me’şûqe gułzare, cîbîllet berd û taş
derkî se’be, dem mede meḧwîNasnava edebî, le esrarî demî
çunke bo laşî’Erebîe, her se’yek bika deřwa belaş