bes bike ey eşkî xwênînim be ẍemmazî telaş

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  2810 views
bes bike, ey eşkî xwênînim, be ẍemmazî telaş
řazî ’îşq û derdî dił xo herçî bû kirdûte faş
řûmetî azarî geyyê min ke řwanîmê, witî:
min qisem ger diłxeraşe, to nîgahit can xeraş
şertî kird îtir le kuştin bes bika, ya řeb bikeyî
ew wefa bem şerte ka, emma le qetłî min be paş
dił bijêwî her be derd û daẍe, tezîydî dewê
qet meke men’î, du’ago se’ye bo zimArabicy me’aş
sîne sed let bû, serim sed daẍî sewda pêwe, çûm
’erzî ḧałim kem, be îstîhzawe deyut: çak û baş
sengisare zahîrî ’aşiq, derûnî lalezar
sûretî me’şûqe gułzare, cîbîllet berd û taş
derkî se’be, dem mede meḧwîPen name, le esrarî demî
çunke bo laşî’Arabice, her se’yek bika deřwa belaş