le kin min esłî nîye û nebuwe ’eyşî tenha xoş

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  2972 Dîtin
le kin min esłî nîye û nebuwe ’eyşî tenha xoş
nye beheştî xuda hem be bê eḧîbba xoş
le xom û lew kese xoşim dewêt û xoşî dewêm
xudaye, xoş bibî û, to bibî xudaya, xoş
le zułfya û ne řû, lêwî her le karaye
ew aftaye ger awa buwe, mesîḧa xoş
kesêkî herze be mecnûnî wit: xelîfe ke mird
witî: be min çî, eto bimre, çawî leyla xoş!
bełayeke, çi beła? xubsî batînî hemdem
be bênî demye deka weqtî ’eyşî min naxoş
le hînî bûnî řeqîba witim: ke ḧeyfe cinêw
witî: çi ḧeyfe, diłî ew segeş bibê ba xoş
le toş û bulbul û dêwane mijde bê meḧwîNasnava edebî
behare şête ke kirdûye baẍ û seḧra xoş