bê mîhir û bê mirwetîy to her ’elelxisûs

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1933 Dîtin
bê mîhir û bê mirwetîy to her ’elelxisûs
derḧeq fîdayyanî ciger soxtey xilûs
řeḧim û mirwetit nebuwe û nîşe, ba xisûs
derḧeq be ’aşiqan û le derḧeq mina xisûs
têr awî kirduwe demî têẍit çi gelweha
tînû lew awe mamewe min herweha xisûs
em ’aleme ke muntezrî cîlwey ew mehen
demirin bew întîzare hemû la bilaErebî xisûs
lew şoxe nîme çawî tereḧḧum, ke mezhebî
cewr û cefaye, derḧeqî ehlî wefa xisûs
lem şare xo hemû řewş û de’bî ademî
yekbare barî kirduwe, dîn û ḧeya xisûs
namerd ewende mu’teberin lem zemaneda
merd î’tibarî kem buwe, merdî xuda xisûs
řencanî ehlî dił diłe derde bełayetî
munkîr ke nawî ême ewende deba xisûs
herkes le ḧezretê be tema ḧellî muşkîle
meḧwîNasnava edebî le ḧezretî şehî muşkîl guşa xisûs