çibkem ne ew kesem ke kesim bê lela be kes

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  4106 Dîtin
çi bikem, ne ew kesem ke kesim bê lela be kes
xoşim negeyme ew kese ew min bika be kes
ger îşî řoḧte, ke nebû kes be destewe
dest hełgire le řoḧ û mebe îltîca be kes
na’ehlî em ehalye me’lûmî min ke bû
şukirî xuda, xuda bes, umêdim nema be kes
lêwî be pirsişî çi nexoşê nepşikiwand
derda! tebîbî ême ke nada dewa be kes
xurşîd û saye pêkewe nabin, de ḧeqyetî
ew cîlwe weḧşye ke nebê aşna be kes
bes bê sebeb peristî, etîbba dewa deden
bes her xuda tebîbe ke nada şîfa be kes
zahîd were řuwê bikere baregahî ’îşq
’alî cenabe, wa nîye her řê bida be kes
muḧtacî merḧemetîye çi nakes, çi kes, be gel
ew taqe bêkesêke ke girtî xuda be kes
cêyî î’tirazî kes nyet û nebuwe, her kesê
lada le nabekar û ḧezer ka le nabekes
ger tê bigen le gewherî dił da çi mewc eda,
em şewçiraẍe lem şewe da kes deda be kes
ḧeq bêjî yek gunahye mensûr û, ḧeqme min
em qet’e ger nîşanî nedem meḧuyaNasnava edebî be kes