bipirse ḧałim îhmalî wefa bes

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  4111 Dîtin
bipirse ḧałim, îhmalî wefa bes
bitirse to le ḧeq, cewr û cefa bes
be kamî ẍeyr û bêgane, birale!
berî bûnit le yar û aşna bes
îlahî bê beła bê nexlî bałat
berî bo min beła bû, her beła bes
nizîke mirdinit ey pîrezahîd
were ba tobe keyn, îtir řya bes
xuda em derdî ’îşqem lê neka kem
heta hem bes le batî her dewa bes
ewî ew wêłîye burcî zemîne
de bes biřwa mesîḧa bo sema, bes
le ser têpeř buwe xwênawî cergim
be serma bêne, ey dił, macera bes
ke min dił piř kederim û lêłe ’eyşim
le kin min bes biken basî sefa, bes
ke nada meḧuyaNasnava edebî dadê be ḧałit
besî bê dad û ah û nałe, ba bes