pirsira ḧałim ke min kewtim le ber pêya dirêj

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  3247 Dîtin
pirsira ḧałim, ke min kewtim le ber pêya dirêj
ew witî: her sêberî dîwim buwe sersam û gêj
ta le dewrî lêwî ałî xettî sebzî bû ’eyan
’aşiqanî cumle wek bengî debînim gêj û wêj
wa muşewweş bû ke mîḧrabî birotî dî îmam
îznî xełqî da ke dinya axre, bo dêne nwêj
abřûřêje wîsalî yar û xwênřêje fîraq
’alemî ’îşq û meḧebbet her biřêje, her biřêj
kê le gułzarî nîşata gułbunî şîrînî naşt
ew le kosarî ẍema ferhadî kirde lalenêj
her be tîrê xistimî, hełyawesîm, îşî minî
bes le kurtî biřyewe, ’umrî muje û zułfî dirêj
nebuwe qet meḧwîNasnava edebî, witî: bûnî min û to pêkewe
ḧusne awî zîndegî, ’îşq agirêke diłbirêj