bê mîhir û bê mirwetîy to her ’elelxisûs
From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
1 minutes
2515 views
bê mîhir û bê mirwetîy to her ’elelxisûs
derḧeq fîdayyanî ciger soxtey xilûs
řeḧim û mirwetit nebuwe û nîşe, ba xisûs
derḧeq be ’aşiqan û le derḧeq mina xisûs
têr awî kirduwe demî têẍit çi gelweha
tînû lew awe mamewe min herweha xisûs
em ’aleme ke muntezrî cîlwey ew mehen
demirin bew întîzare hemû la bilaArabic xisûs
lew şoxe nîme çawî tereḧḧum, ke mezhebî
cewr û cefaye, derḧeqî ehlî wefa xisûs
lem şare xo hemû řewş û de’bî ademî
yekbare barî kirduwe, dîn û ḧeya xisûs
namerd ewende mu’teberin lem zemaneda
merd î’tibarî kem buwe, merdî xuda xisûs
řencanî ehlî dił diłe derde bełayetî
munkîr ke nawî ême ewende deba xisûs
herkes le ḧezretê be tema ḧellî muşkîle
meḧwîPen name le ḧezretî şehî muşkîl guşa xisûs